BAWER CAN: GELEK HUNERMEND ÎRO BÛNE GOŞTÊ SER SAVARÊ
Bawer Can: Gelek hunermend îro bûne goştê ser savarê!…
BAWER CAN: GELEK HUNERMEND ÎRO BÛNE GOŞTÊ SER SAVARÊ !…
Ez jî di wê baweriyê de me ku gelek kesên derdikevin televizyon û radyoyên kurdan, cihê ku lê ne heq nakin. Gelek ji wan îro li ser keda me rûniştine mixabin. Kesên ku di şert û mercên dijwar de, gava ku zimanê kurdî, hebûna kurdan, muzîka kurdî qedexe bû li piyasê tunebûn. Di wan demên dijwar de me bi kurdî muzîk çêdikir û me xwedîtî li kurdayetiyê dikir. Dema me digot; Em kurd in, zimanê kurdî heye! Bijî kurd û Kurdistan! Wan kesan nediwêrîbûn bigotana; Em kurd in! Ez eşkere dibêjim û ev rastiyeke li ber çavan e; di dema ku kurdî qedexe bû, em di hatin girtin, em sirgûn bûn, em hatin îşkencekirin. Ewên ku îro her roj di televizyoneke kurdî de ne li ku bûn û çi digotin? Ez bibêjim li ku bûn û çi digotin; Em tirk in! digotin; vana Terorîstin! Mixabin gelek kes îro van sazî û dezgehên me bi kar tînin ku bi xwîna şehîdan hatine avakirin. Ew kesên ku ji şoreşê û kurdayetiyê di dema xwe ya pêwîst de dûr diketin, ÎRO BÛNE GOŞTÊ SER SAVARÊ !… Ez keda xwe li wan kesan helal nakim!.. Her wiha ez dikarim li ser wan kesan gelek tiştên bidelîl bibêjim. Heger careke din kurdî bê qedexekirin ew kesên hanê wê careke din vegerin ser eslê xwe! Dîsa wê bibêjin “Biz turkuz!” (Em tirk in!). Vê gotina min ji bîr nekin!
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Yekem car li Herêma Çukurovayê, li bajarê bi navê Edeneyê min ew di şahiyeke DEP ê (Partiya Demokrasiyê) de dît. Şahî li Lunaparka ku li keviya Çemê Seyhanê bû dihate organîzekirin. Ne şaş bim di navbera salên 92-93 yan de bû. Xortekî bejinzirav û hûrik bû. Bêyî nepixandin dikarim bibêjim ku bi awazên muzîkê re diket zikrê. Lêxistina wî ya tembûrê jî xweş bû lê zêdetir liv û tevgerên wî yên ku kesên li civatê, wekî şefekî orkestrayê bi rêve dibir bala min dikişand. Bi bîr û baweriya min, piştî hunermendê bi nav û deng Şivan Perwer, tu kesê ku bikaribe wekî wî strana “Kîne Em!” xweş, bibandor û hesteberz bibêje, nîne. Gelek caran min lê guh bûye û bi çavên serê xwe dîtiye ku çawa gelê kurdê li Herêma Çukurovayê wekî pêlên behrê, hilperikandiye.
Ez behsa Hunermendê Kurdê ciwan Bawer Can dikim. Bawer Can, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê di sala 1971 an de çavên xwe ji jiyanê re vekiriye. Xwendina xwe ya destpêk, navîn û lîseyê li Dêrikê kiriye. Her çiqas xwendina zanîngeh ango zankoyê bi dest xistiye jî, ji ber strangotina bi kurdî mecbûr maye şarê ku lê hatiye dinyayê terikandiye, bi vî awayî xwendina zanîngehê jî bi avê de çûye! Destpêka salên 1990 î, wekî penaber koçî bajarê Edeneyê dike û li wê derê xebata xwe ya hunerî berdewam dike.
Bawer Can, yek ji avakarê “Koma Azad” e ku di sala 1987 an de li Dêrikê hatiye avakirin. Li gorî bilêvkirina wî, kom ji aliyê wî û Turhan Yapiştiran ku ew jî ji Dêrikê ye û niha yek ji endamê “Koma Amed” e ve hatiye avakirin. Koma Azad, piştî avakirina “Navenda Çanda Mezopotamyayê” (NCM), di sala 1991 an de xebatên xwe di nava vê saziya kurdan de berdewam kir. Di serdema ku Bawer Can di nava komê de bû, di sala 1994 an de kaseteke bi navê “Şemal” derxistin.
Bawer Can, ji bihara 1996 an ve wekî penaberekî siyasî jiyana xwe li Almanyayê berdewam dike. Ew her di nava xebata muzik û strana kurdewarî de ye. Ligel komeke xurt, beşdarî li şahî, konser û dawetan dike. Li Ewropayê kaset û CD yeke bi navê “Vegeriya” pêşkêşî guhdarên kurdî kir. Ji tevahiya stranên di kasetê de ne, klîb kişand û wekî VCD derxist. Gotinên stranên xwe bi giranî ew dinivîse û muzîka xwe jî bixwe çêdike.
Bawer Can zewicî ye û bi navê Serfiraz (13), Rozerîn (11) û Gulçîn (5) bavê 3 zarokan e. Li bajarê Bielefelda Almanyayê em lê qesidîn ango deriyê mala xwe ji me re vekir, em bûn mêvanê wî. Li ser jiyana hunera wî, zehmetiyên ku dîtiye, hunerpêkanîna li ewropayê me pirsî, Bawer Can bersivand. Carinan bi coş û peroş, carinan bi gazindeyî û dilşikestî.
******
Zarokatiya hunermendan her bala min kişandiye û her ji min re bûye meraq. Tu di malbateke çawa de mezin bûyî? Nêzîktêdayîna malbatê li ser stran, kilam û muzîkê çawa bû?
Ez li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûme. Me 7 bira û xwişkek heye. Navê eşîra me Pîranî ye. Ez di malbatek wisa de çêbûm ku destpêkê her digotin; Kurê min lawo, muzîk guneh e! Dengê te xweş e, baştir e ku tu azanê bixwînî. Here ji bo nimêjê bang bide. Ev xêrek e mezine hem ji bo te, hem jî ji bo me! Piranî dê û bavê min wiha digotin. Wekî din jî ji min re nedibûn asteng. Kekê min piştgirê min bû her dem. Ew bixwe jî hunermend e. Di albûma min a bi navê “Vegeriya” de, bi navê “Zivistan” min straneke wî straye.
Tê bîra te, cara yekem te li ku derê stran got? Ango tu bi çi awayî derketî pêşberî guhdaran?
Çawa bîra min tê ez stranan dibêjim! Diya min dibêje; Kengê zimanê te geriya te dest bi stranan kir! Li dibistanê min her stran digotin. Rêveberiya dibistanê û mamosteyên min her gazî min dikirin ku ez di şev û şahiyên dibistanê de derkevim ser sehnê û stranan pêşkêş bikim. Helbet strangotina min li dibistanê tirkan, bi zimanê tirkî bû. Kê diwêribû bi kurdî biaxive? Îcar dev ji strandina kurdî berde! Lewre jî tê bîra min ku li dibistanê min stranên bi navê “Karlı kayın ormanında” û “1 Mayıs” ku gotina wan jî qedexe bû, got. Li dawetan min dest bi strangotina bi kurdî kir.
Wekî em dizanin tu yek ji avakarê Koma Azad î ku ev kom niha jî xebatên xwe li Stenbolê di bin banê NCM ê de berdewam dike. Dixwazim tu hinek behsa pêvajoya destpêkê bikî. Koma Azad di nava şert û şirûtên çawa de hate avakirin. Kom ji çend kesan pêk dihat. Zehmetiyên wê demê çawa bûn?
Ligel Turhan Yapıştıran me di sala 1986-1987 an de kom ava kir. Wê demê navê komê “Grup Özgür” bû. Piştî ku navê koma me hinek belav bû û em êdî êdî li Kiziltepe, Mêrdîn, Diyarbekir, Mazîdax, Wêranşar û cihên din jî hatin naskirin, di sala 1990 î de me navê komê ji tirkî wergerand kurdî. Lewre jî navê komê bû “Koma Azad”. Me konsera xwe ya yekemîn di sala 1990 î de li bajarê Mêrsînê, bi sazeke emanet û şikestî pêk anî. Ji hêla aborî de em di nava zehmetiyên giran de bûn. Ligel ku bi hezaran kes beşdarî li konser û şahiyên me dikirin, dîsa jî gelek caran di berîka me de heqê riya me tunebû. Paşê koma me li gelek bajarên bi navê Edenê, Tarsûs, Ceyhan, Iskenderûn, Antalya, İzmir, Enqere, Stenbol, Denizli, Batman, Adiyamanê konserên xwe pêşkêş kir. Tê bîra min di wan konser û dawetan de gelek caran hêzên dewletê êrîş dianîn ser me, amûrên me yên muzîkê dişikandin û em dixistin binçavan. Heta ku ez di nava komê de bûm rewşa me wiha bû. Bawer im niha rewş ji berê baştir e û ev zehmetî nemane.
Bawer Can, ev 9-10 sal in ku tu li Ewropayê jiyana xwe berdewam dikî. Sedema hatina te ya Ewropayê her ew şideta li ser huner û hunermendiya te bû gelo?
Belê rast e, ez ne ji bo kêfa dilê xwe hatim Ewropayê. Kêm kes ji bo kêfê tên van welatan. Xasma ji gelê kurd. Gelo kê dixwaze 13 salan ji welatê xwe, ji dê û bavê xwe, ji malbata xwe dûr bimîne. Ev 13 sal bûn ku min welatê xwe û malbata xwe nedîtibû! Bi qasî 4 salan li Edene û Mersinê jiyam. Min nedikarî biçim cihê ez lê hatime dinê. Ev 9 sal in ku wê bikeve sala dehan jî li Ewropayê me. Ango piştî 13 salan, sala par min derfet û mecal dît ku herim Kurdistanê. Min vê carê jî bi çavên serê xwe Dêrikê û Diyarbekirê dît. Li kurdistanê û li Tirkiyê her çi bernameya ku ez derketime, hema bibêje hatime girtin û binçavkirin. Lewre jî ji bêmecaliyê ez îro wekî koçber jiyana xwe li Ewropayê berdewam dikim.
Helbet zehmetiyên Ewropayê jî hene. Lê dîsa jî ez dixwazim ku tu behsa ferqa xebata di navbera welat û ewropayê de bikî. Di warê xebata hunermendiyê de erênî û neyînî li gorî te çi ne?
Ji aliyê hunerî ve ez li Ewropayê azad im. Bo nimûne, di tu programan de ez li Ewropayê nehatime binçavkirin! Li vê derê nêzî 5 salan min mamostetiya muzîkê kir ji bo zarokan. Her wiha li tevahiya welatên Ewropayê min konser dane, derketime şahî û dawetan. Xwezî min bikaribûya li welatê xwe wiha bi hêsanî hunera xwe pêk bianiya. Lê dîsa jî dil tim ber bi welat ve ye. Bawer im li van deran hest kêmtir dibin. Di aliyê hunerî de jî wiha ye. Dibe ku madiyata mirovan li van deran xurt dibe, lê mixabin ku manewiyat her diçe kêm dibe.
Bawer Can heta niha mohra xwe li bin gelek xebatên hunerî daye. Ji bo xwendevanan dikarî behsa wan xebatan bikî? Her wekî cd, kaset û klîp.
Min Kaset-Cd ya yekemîn bi navê “Vegerya” çêkir û ji hemû stranên tê de re video klîp hatin kişandin. Wekî VCD ewê bêne belavkirin. Kaset-CD ya min a nû bi navê “Gulbîn” dê di demeke nêzîk de derkeve. Ev album ji 19 stranên gelêrî û folklorîk hatiye pê. Di vê albumê de ji bo strana “Gulbîn” û “Silocan” min video klîbên nû kişandiye. Wê di demeke nêz de ev xebatên min, di televizyonên kurdan de bêne weşandin.
Di warê çand û hunerê de dixwazim tu hinek behsa rola çapemeniya kurdan bikî. 4-5 televizyonên esmanî yên kurdan hene. Her wiha hejmareke mezin jî radyo, kovar û rojname hene. Tê gotin ku di sektora medyaya kurdî de hin kes zêde derdikevin pêş, gelek kes jî cih ji xwe re nabînin. Baweriya te di vî warî de çi ye?
Li gorî baweriya min çapemeniya kurdan çiqas zêde be, hewqas başe. Ez jî di wê baweriyê de me ku gelek kesên derdikevin televizyon û radyoyên kurdan, cihê ku lê ne heq nakin. Gelek ji wan îro li ser keda me rûniştine mixabin. Kesên ku di şert û mercên dijwar de, gava ku zimanê kurdî, hebûna kurdan, muzîka kurdî qedexe bû li piyasê tunebûn. Di wan demên dijwar de me bi kurdî muzîk çêdikir û me xwedîtî li kurdayetiyê dikir. Dema me digot; Em kurd in, zimanê kurdî heye! Bijî kurd û Kurdistan! Wan kesan nediwêrîbûn bigotana; Em kurd in! Ez eşkere dibêjim û ev rastiyeke li ber çavan e; di dema ku kurdî qedexe bû, em di hatin girtin, em sirgûn bûn, em hatin îşkencekirin. Ewên ku îro her roj di televizyoneke kurdî de ne li ku bûn û çi digotin? Ez bibêjim li ku bûn û çi digotin; Em tirk in! digotin; vana Terorîstin! Mixabin gelek kes îro van sazî û dezgehên me bi kar tînin ku bi xwîna şehîdan hatine avakirin. Ew kesên ku ji şoreşê û kurdayetiyê di dema xwe ya pêwîst de dûr diketin, ÎRO BÛNE GOŞTÊ SER SAVARÊ !… Ez keda xwe li wan kesan helal nakim!.. Her wiha ez dikarim li ser wan kesan gelek tiştên bidelîl bibêjim. Heger careke din kurdî bê qedexekirin ew kesên hanê wê careke din vegerin ser eslê xwe! Dîsa wê bibêjin “Biz turkuz!” (Em tirk in!). Vê gotina min ji bîr nekin!
Her diçe kesên ku ji xwe re dibêjin “em hunermend in” zêde dibe. Lê hejmareke ne kêm ji wan, ji asta hunermendiyê dûr in. Gelo zêdebûna hunermendan bi xwe re qelsî û lawaziya hunerê jî nayîne?
Gelê Kurd tîyê hunerêne! Helbet zêdebûna hunermendan ji aliyekî ve baş e, lê aliyê xerab dejenerasyon jî pê re pê re belav dibe û asta hunerê dikeve.
Bawer Can malî ava ji bo bersivdayîna pirsan.
Avatir!
Çavkanî: http://www.pen-kurd.org/kurdi/salihkevirbiri/hunermend-bawer-can-hevpeyvin.html