Sarkı Sözleri’ kategorisi için arşiv

CEJNA WE PÎROZ

CEJNA WE PÎROZ
Newroze newroze cejna gelê me
Bi xêr hat bihar hat liser çavê me

Kurdino cejna we pîroz
Hevalno cejna we pîroz
Bindestno cejna we pîroz
Girtîno cejna we pîroz
xxxxx xxxxx xxxxx
Ev xortên pir çeleng bi şal û şapik
Ev keçên pir delal xeml û bi xêz
2{ Bigirin govnd û dîlan bibin rêz bi rêz
– Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Agirê newrozê bira geş bive
Govend semah û dîlan bira xweş bive
2{ Dilê me hemiyan bira geş bive
– Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Bi Tembûr û bi stran bi deng û awaz
Awaye bi xêr hat newroza Kurda
2{ Jibona newrozê spas be Kawa
– Dîsgotin –

Muzîk & Gotin: Hozan DİLGEŞ

BÛKANÊ

BÛKANÊ
Bûkanê bûkanê wey lê lê bûkê
Bûkanê bûkanê delalê bûkê
Bûka hezo mezo wey lê lê bûkê
Bûka hezo mezo delalê bûkê
Lêda kevrê rezo wey lê lê bûkê
Lêda kevrê rezo delalê bûkê
Zava daber gezo wey lê lê bûkê
Zava daber gezo delalê bûkê
xxxxx xxxxx xxxxx
Rêka çi ber waro wey lê lê bûkê
Rêka çi ber waro delalê bûkê
Hespe bûke haro wey lê lê bûkê
Hespe bûke haro delalê bûkê
Vêra hatî xalo wey lê lê bûkê
Vêra hatî xalo delalê bûkê
Bûkanê bûkanê wey lê lê bûkê
Bûkanê bûkanê delalê bûkê
xxxxx xxxxx xxxxx
Rêka çi ev razî wey lê lê bûkê
Rêka çi ev razî delalê bûkê
Hespê bûkê tazî wey lê lê bûkê
Hespê bûkê tazî delalê bûkê
Vêra hatî xwarzê wey lê lê bûkê
Vêra hatî xwarzê delalê bûkê
Bûkanê bûkanê wey lê lê bûkê
Bûkanê bûkanê delalê bûkê

Gotin & Muzîk:Gelêrî
Aranje & serastkirin:Bawer Can

BENDA TE ME

BENDA TE ME
Gulîzerê bejn rihanê ev çi naze ev çi naze
Gerden gazê çav fîncanê çima dibeze çima dibeze
Şev bê xewim hedan nayê tu radize tu radize tu radize tu radize
Benda te me hêvîdarim bes bireve bes bireve
xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx
Şîtla sêrê bi rû reşê bibe mêvan bibe mêvan
Newrozekê berbangekê bi wan lêvan bi wan lêvan
Du gotinan du nerînan bibexşîne bibexşîne bibexşîne bibexşîne
Benda te me hêvîdarim bes bireve bes bireve
xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx
Tu windabî roj dibe şev ba digere ba digere
Bes dûrkeve nebe kovî zû vegere zû vegere
Dil bû tenûr nefer nema ba digere ba digere ba digere ba digere
Benda te me hêvîdarim zû vegere zû vegere

Muzîk. Bawer Can (1995 Adana)
Gotin: Hasan Kaya (1995)