Sarkı Sözleri’ kategorisi için arşiv
ÊMO ÊMÛŞÊ
ÊMO ÊMÛŞÊ
Hê hê ……
2{ Tê hera ez ê bêmo lê lê lê lê êmo
Qurbana wê bejnêmo lê lê lê lê êmo
Heyrana wê bejnêmo lê lê lê lê êmo
2{ Hero ez ser wê rêmo lê lê lê lê êmo
Êmo êmo êmûşê koçera deşta mûşê
2{ heft salên te qediya li ber darê dergûşê lê lê lê lê êmo
2{ Hey êmo êmo êmo lê lê lê lê êmo
– Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Hê hê ……..
2{ Çûmê helebê carek lê lê lê lê êmo
Min anî hine barek, serê malê misqalek
Bi neh gundan Muxtarek, bi heft kalan gopalek,
Bi heft pîran diranek, hijdeh qîzan destmalek,
heft jinebiyan kitanek, bi neh kursiyan berwarek,
Ê min tenê sê çarek, heçê nebê binbarek,
Wan veda kor û marek lê lê lê lê êmo
– Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Hê hê …..
2{ Êmo hatî xurxulî lê lê lê lê êmo
Ew biskên hine kirî, ew porên boyaxkirî,
Hat li hewşê sekinî, heçê neyê dawetê
Porê xwesa xwe birî lê lê lê lê êmo
Kula êmo giran e, tu car naçe j´vî dilî lê lê lê lê êmo
– Dîsgotin –
Muzîk û Gotin: Gelêrî
Kanî:Husênê OMERÎ
KALO
KALO
2{ Kal e kal e kal e yadê bavo kal e
2{ Biro nal e nal e şevê hespê fal e
Kalo hûçik mûçik elimî keçkê çûçik
Dûrî cimeta hazir wey k…( bîb bîb bîb) lawê k…( bîb bîb bîb)
xxxxx xxxxx xxxxx
Kalo kalo kalo rû kulavo kalo
Kalo kalo kalo diran ketyo kalo
Kalo kalo kalo dev kefê min kalo
Kalo hûçik mûçik elimî keçkê çûçik
Dûrî cimeta hazir wey k…( bîb bîb bîb) lawê k…( bîb bîb bîb)
Muzîk û Gotin: Gelêrî
Berhevkar: Hunermend Feysel ê Dêrikî
MÊRDÎNA RENGÎN
MÊRDÎNA RENGÎN
Ez çûm Mêrdîna rengîn hatim Mêrdîna rengîn
Min keçikek wa lê dî min xanimek wa lê dî
Min qama wê dipîva du metre û çar tilî
xxxxx xxxxx xxxxx
Nisêbînê qişle ye Nisêbînê qişle ye
Girherînê cade ye,Mazîdax pirpar heye, Dêrikê zeytûn heye
Ez çûm Mêrdîna rengîn hatim Mêrdîna rengîn
Min keçikek wa lê dî min xanimek wa lê dî
Min qama wê dipîva du metre û çar tilî
– Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Fato kilek da meşkê tolê kilek da meşkê
Dengê meşkê çû şakir satil anî çar çemil
Cara ewil tije kir, cara duda nêvî kir
Cara dawî vala kir, kef ji ser kefê re kir
Weleh min tim xisar kir
– Dîsgotin –
Muzîk û Gotin:Gelêrî
Herêm: Mêrdîn
Berhevkar: Bavê Jînda