Sarkı Sözleri’ kategorisi için arşiv

XEZAL NAYÊ

XEZAL NAYÊ
Nayê ha nayê ha nayê hema nayê
Nayê ha nayê xezala l´ber çemayê
Nayê ha nayê kara me l´ser dezgayê
Nayê ha nayê heqê we l´me nemayê
2{ Nayê ha nayê ma xezal çima tu nayê
xxxxx xxxxx xxxxx
2{ Bêyo ha bêyo ez qurbano xwedêyo
Bêyo ha bêyo we kengî xezal bêyo
Bêyo ha bêyo seat dudoyê şevêyo
2{ Bêyo ha bêyo çavên Bawer li rêyo
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Mêrdîn
Berhevkar: Bavê Jînda

KUNDIRO

KUNDIRO
Kundiro weyla kundiro
Kundirê avya bi tenê
Av dabû bi ava vergerê
Şaxê kundir çû Edenê
Dengê kundir çû yemenê
2{ Wa wey lê kundirê mîranê
xxxxx xxxxx xxxxx
Wa sibê kundir diçandin
Êvarî kundir şîn hatin
Para xalê xwe jêr şandin
Para xalê wan hindik bû
Hevdu li mehkema gerandin
2{ Wa wey lê kundirê mîranê
xxxxx xxxxx xxxxx
Kundirê avya evîna
Xistin qamyon û trêna
Hingî giran û mezin bû
Tekerê wan diteqandin
Serî li Şifêra digerandin
2{ Wa wey lê kundirê mîranê

Muzîk û Gotin:Gelêrî
Berhevkar:Bavê Jînda

KEÇIKÊ GUNDÊ ME

KEÇIKÊ GUNDÊ ME
Kêçkê gundê me buhane werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva
Kêçkê gundê me buhane werin sêva.Her yek elbê zêrane werin sêva
Çavên wan xweşik xwiyane werin sêva.Wek dermanê nexweşxana werin sêva
Weke êşa ber dirana werin sêva.Ezê keçkê birevînim werin sêva
Herin qeza Kerboranê werin sêva werin sêva werin sêva
xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx
Keçik meşya çû kaniyê werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva
7 salan mame l´hêviyê werin sêva.Ez qurban l´deqa eniyê werin sêva
Min eslê keçkê pirsiye werin sêva.Eslê wê Diyarbekriye werin sêva
Dosta lawkê Dêrikî ye werin sêva werin sêva werin sêva
xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx
Çi qanûne û edalete werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva
Li Edenê bû huryete werin sêva.Li Diyarbekir edalete werin sêva
Li Batmanê bû qebhete werin sêva.Ez hemşehriyê birê wê me werin sêva
L`mêrg ahmedê l´benda wê ma werin sêva.
Ez b´qurbana dev û lêva werin sêva werin sêva werin sêva

Muzîk û Gotin: Gelêrî
Kanî: Husênê OMERÎ