MALA TARKAN´Ê TIRKAN ŞEWITÎ BAWER CAN DIÇE EMERÎKA
MALA TARKAN´Ê TIRKAN ŞEWITÎ
BAWER CAN DIÇE EMERÎKA…
Mala Tarkanê tirkan şewitî, agahdarîya ku me ji Menajerê Bawer Can
bi pere û xapandin wegirt dîyar bû ku, ji bo na pîroz kirina cejna Newrozê
Bawerê meyî Mêrdînî diçe Emerîkayê. Bawer can wê di Newroza Newyork,
San Fransisco û li Calîfornîya yê derkewe pêşîya kurd û emerîkîyan.
Ma ji Tarkano re namet û ji Bawerê me re qebehete lo?
Em ji kurdên Emrîkayê re dibêjin, bi qurana ku Dîyarbekîrîyan xwendî ye,
hûn bêjin deng, deng heye, bêjin huner ew jî heye, ger hûn bêjin lotik,
welleh xwedê şahide Bawer Can dest bi stranên kûrdî û bi taybet jî reqsê
Omerîyan bikî kes nikare xwe bigre. De îcarê li govend û reqsê binerin.
Omerîyên Emerîkayê bi hatirê meyîr û şorbê nîska, hemû nas û kes,
heval û pismamê xweyî emrîkî jî bigrin herin şahîya Newrozê ku Bawer Can
bi deng û hunera xwe reng bide û rengîn bike. Gelî kurdên Emrîka emê
nehênîyekî ( sir) bidin we, liser bextê Salihê Kewirbirî piştî Şivan Perwer
kesek nikare strana Kîne Em weke Bawer Can bêje. Gava dest bi helbesta
Kîne Em dike tir ji quna Tarkan derdixîne. Em ji niha de dibêjin Newroza
hemû Emerîka û kurdên Emrîka pîroz û bimbarek be. Û em li benda dengê
lotikên we ne.